boçî başe

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  529 Dîtin
boçî başe gyanî min ba her fîday ew çawe bê
kełkî çî dê manî min bêsude ya lewlawe bê
pêm biłên nerxî çîye bo xawen û bo xełqî tir
ew jyane piř le jan û hawserî ajawe bê
gyanekem ger êwe emřo meylî noşî mey eken
ba mezet bo mey bequrban em diłe birjawe bê
min leřêy diłdarya pêm xoşe danêm řoḧ û ser
basî pênawê jyanim ba fewtî lem pênawe bê
bêstun ger hełkenim bo to ebed bakim nîye
karî ferhadî deba pîşey minî çewsawe bê