serçinarim dî
Li pirtûka:
            Çepkê Guɫ û Xunçe
        Berhema:
                Elî Arif Axa (1910-1996)
        
             1 Xulek
             1122 Dîtin
        
        
    serçinarim dî bełam daxî giran yarim nedî
baẍ û gułzarim bedił bû her gułî zarim nedî
awî sard û sêberî fênk diłî ḧeyran ekird
faydey çî naz û ’îşwey cwanî diłdarim nedî
saz û awazî gelê şîrîn hebû zor diłřifên
zemzeme û bezmî becoşî şoxî nazdarim nedî
komełê cem bo bwêj û şa’îranî piř huner
gerçî lem seyrane meylî germî piř eş’arim nedî
her minî bê çare tenha dûr le yar û bade bûm
çaresazî gyanî pest û sist û bêçarim nedî