belama têpeřî
Li pirtûka:
            Çepkê Guɫ û Xunçe
        Berhema:
                Elî Arif Axa (1910-1996)
        
             1 Xulek
             1110 Dîtin
        
        
    ew kiçey emřo wekû ask belama têpeřî
xozge emzanî beşer bû ya firîşte ya perî
çust û çabuk bê qise pirşingî çawî xistekar
her be yek nîwe nîga diłmî dizî û cergî biřî
çûm le dway pařamewe bełkû diłim bidatewe
awřî her lê nedam û neygu çît û kwênderî
ey xuda lem şare bê cerg û bê dił çun ejîm
çon le gułzarî jyana bûm le xoşî bê berî
îke wa çake wekû mecnûnKes kewa petyare bim
ya le herd û deşt û kêwa bibme herze û serserî