’aşiqî bê dił denałî meylî giryanî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  4153 Dîtin
’aşiqî bê dił denałî, meylî giryanî heye
bêşke hewre tirîşqe tawî baranî heye
çawî min dem dem deřêjê awî saf û xwênî geş
da biłên deryay ’umane duřiř û mercanî heye
perçemî řû dadepoşê, pêçî zułfî pêçeye
da be řojîş pêy biłên şem’î şebustanî heye
asmanî ḧusnî meḧbûbem le ebro û zułf û řû
dû hîlal û dû şew û dû mahî tabanî heye
her lebit, ya sîneşt herdû bederxe, da biłên:
le’lî řummanî heye, ya le’il û řummanî heye
weḧşîye lêman leber te’ney řeqîbî seg sîfet
řaste her zî řoḧê, bo weswase, şeytanî heye
dił muşebbek bû leber êşanî nîşanî mujet
ḧeyfe qurban! axir em nîşaneyî şanî heye
leḧzeyêk û lemḧeyêk çawim be çawî nakewê
kê dełê weḧşî ẍezale meylî însanî heye!
to eger hestî, le cê řawestî, dêw û kafrîş
dên dełên: bexuda qyamet řaste hestanî heye
fars û kurd û ’ereb her sêm be defter girtuwe
nalîNasnava edebî emřo ḧakmî sê mułke, dîwanî heye!