le dûrît ta be key ’aşiq xerîkî zar û řořo bê

Li pirtûka:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
Berhema:
Şukrî Fezɫî (1882-1926)
 1 Xulek  1271 Dîtin
le dûrît ta be key ’aşiq xerîkî zar û řořo bê
le kuncî mîḧnetî ẍemda heta key deste’ejno bê
be maçê bê, bike dermanî zamî kuşteket cana
heta key dił birîndarî xedengî fîrqetî to bê
seraser ’alemit xistote ḧîret ey perî! çunke,
kesê neydî berî ’er’er tirinc û sêw û lîmo bê
hîlakim min be destî fîrqetit, lutfê bike axir
heta key can û dił neş’ey şerabî wesłetî to bê
be mîqrazî ẍemî, kota buwe řiştey ḧeyatî min
cewabî ew nîye hemmîNasnava edebî heta key «hay» û «yaho» bê?