le hîcra řoj û şew ’aşiq xerîkî nałeyî zare

Li pirtûka:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
Berhema:
Şukrî Fezɫî (1882-1926)
 1 Xulek  743 Dîtin
le hîcra řoj û şew ’aşiq xerîkî nałeyî zare
perêşan ḧałe qurban, ’aciz û ẍembar û bîmare
şîfam ba maçî lêwit qet nîye êstake, dił çunke
be nûkî xencerî mujganî xûnřêjit birîndare
binazim wirde ẍemzey çawî mestit ey keman ebro!
ke wa bo kuştinî ’aşiq ’eceb tîrêkî xwênxiware
eger bo seydî murẍî dił nebê kakołî muşkînit
leber çî her weha çîn çîn û pêçawpêç û xware
le çînî perçemî toda seba sist hate sefḧey baẍ
meger sermeste qurban boye wa ahîste řeftare
be kuştin şad ebim êsta, be şertê ger becê bêłê
le diłda xencerê bo yadgar ew şoxe ẍeddare
ḧemed begNava taybet ta biłêy şîrîne hemmîNasnava edebî herwekû nezmim
ke hem meşhûrî afaq û pesnidî yar û eẍyare