be qamet serwî bustane be řux wek mahî tabane

Li pirtûka:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
Berhema:
Şukrî Fezɫî (1882-1926)
 1 Xulek  1195 Dîtin
be qamet serwî bustane, be řux wek mahî tabane
’eqîqî lêwî ’îsa dem, emîrî cem’î xûbane
be gerdin ahûyî çîne, be kakoł xałî muşkîne
le neslî ademe emma le cumley ḧûr û ẍîlmane
peşêwawe le ser sefḧey ’uzarî ḧaşyey perçem
le derkî me’nîyî xettî, xîred damaw û ḧeyrane
’ecayb mu’cîzêkim dî le baẍî ḧusnî canane
leser bergî gułî eḧmer binefşezar û řeyḧane
le bo nexçîrî dił hemmîNasnava edebî muheyya nêrgisî mestî
mujey tîr û keman ebro, be ẍemze afetî cane