bo kuştinî şeydayan her leḧze muheyyaye

Li pirtûka:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
Berhema:
Şukrî Fezɫî (1882-1926)
 1 Xulek  1023 Dîtin
bo kuştinî şeydayan her leḧze muheyyaye
ey dił ḧezerî lê ke, bê xewf û muḧabaye
wa meste ełên çawî, bîbîne çi hoşyare
bo seydî diłî ’aşiq tîrî le kemandaye
nef’î çîye em řoḧe her leḧze eger neykem
qurbanî qed û bałay ew dulbere ře’naye
ba’îs be fîraqî yar her te’neyî eẍyare
kwêr bin hemû meḧrûm bin lew bezim û temaşaye
nezim û ẍezelî hemmîNasnava edebî, şaysteyî teḧsîne
mewzûn û teř û şîrîn, dił co û dił araye