bîstim le hemû laye meylî şeř û de’waye

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  939 Dîtin
bîstim le hemû laye meylî şeř û de’waye
sewda le sermedaye, bakim çi le ẍewẍaye
fermûy be mijey mestî, azane û teřdestî
sadey le diłî sistî, tîrê be temennaye
çerxî çepî gerdûne, řast û çepî çend dûne
bêçake çi bêçûne, řastîy le çepîy naye
pêm gut: meke çak çakim, pêş xizmetî zor çakim...
fermûy: be serî kakim, daẍit le diłimdaye!...
zahîd! meke men’î dił, bo to nîye sûdî guł
xakit beser ey ẍafił! kewtûye çi sewdaye?!
nalîNasnava edebî meke wesfî to... barîke nemamî to...
me’lûme ke serwî to bêmîsle le dunyaye...