suruşkî min ke lêławe ẍubarî koh û hamûne

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  822 Dîtin
suruşkî min ke lêławe, ẍubarî koh û hamûne
were serçawekem binwaře, wek awêne, çend řûne!
muneccîm kerges û laşey lela şey’êke, neyzanî
ke em eflake çend lake, ke em gerdûne çend dûne
le dewranî tebî’etda legeł «sewrî» felek cûte
le milya çemberî dewran û tewqî çerxî gerdûne
lesayey şexsêkî hîmmet biłind, asûdeye şarê
bełê xîttey suleymanîNava taybet sewadî zîllî kudrûnNava taybete
were seyrî xyaban û beyazî defterî nalîNasnava edebî
ke sef sef, mesre’î berceste, řîzî serwî mewzûne