xeyałim wa leser kêwî sefîne

fikir û arezûm
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  365 Dîtin
xeyałim wa leser kêwî sefîne
ger baweř nakey were bimbîne
fikir û arezûm her wekû ferhad
be řoj û be şew xałî şîrîne
îmřo le şadî dem be pêkenîn
wam lenaw baxê guł û nesrîne
wîrdî zimanim çîrokî leyla
le dił min waye awêney jîne
ger bêtû çawim le to bibřê
beşim her meynet zar û girîne
ẍem lam barî kird şadîm geşawe
baxçey gułałey dewrim perjîne
lutfîNasnava edebî ẍem mexo zorit nemawe
îmřoket wekû řojî pêşîne