sewdazedekey zułifit ezharî lekin peşme

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  926 Dîtin
sewdazedekey zułifit, ezharî lekin peşme
dûr lew gułe bêxare, gułzarî lekin peşme
sofî ke giran bare, bê meẍiz û sebuk bare
sûf poşê ẍemî bare, ewbarî lekin peşme
dêwane ke şeyda bê, tûkî serî sewda bê,
qet hîçî leser nabê, destarî lekin peşme
sîney diłî bêkîne, safe wekû ayîne
mestûre be peşmîne, esrarî lekin peşme
’aşiq ke deka řawî, zułmatî şewe dawî
mujganî teře çawî, bêdarî lekin peşme
sofî! çîye îşî to, her kaye ḧeşîşî to!
’aşiq wekû řîşî to, hewsarî lekin peşme
çen wasî’e em zîhne, eflakî tya řehne
ecbalî le la ’îhne, edwarî lekin peşme
nalîNasnava edebî ke qedeḧ noşe, mestane û serxoşe
xamoş û nimedpoşe, eş’arî lekin peşme