bîstûme ke ẍewẍayê peyda buwe lew laye

le gwêm dê
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  363 Dîtin
bîstûme ke ẍewẍayê, peyda buwe lew laye
pirsîm le musłimanê, çye em deng û sedaye
le her dû gwêm dê dengî, def û tepił û seławat
şîn û giryan û fîẍan, ełêy řojî cezaye
ke çûm û çawim pê kewt, dûsed wecbe mexlûqat
hemûy wa dê beřêda, be swarî hem be paye
hendê be swarî mayîn, be’zê espî lebnida
be’zê swarî nêreker, hendêkîşyan be paye
yekê hegbey le terkî, ka û coyî lenawe
nan û xurmayan pêye, espabyan muheyaye
sefêkyan şimşêr bedes, le pêşî ew ’aleme
beydaẍ be destyan legeł, ełêy řojî ẍezaye
derwêşî şêx ḧesenNava taybetn pîrî qadirkeremNava taybete
ře’îsyan ’ebdûlkerîmNava taybet şêxî darexurmaNava taybetye
teblîẍ eka be xełkî tewbe biken firsete
dunya zor bê wefaye nî’metî bê beqaye
hîç piştî pê mebeste bem ’umre kem û kurte
pêy xoşḧał mebe hergîz çunke řû le fenaye
sa xudaye dexîle, be dergahî berzî to
tewbem lê qebûł bikey, yek carî řûm syaye
bese lutfîNasnava edebî megrye! giryanî to bê sûde
lemewdiwa serfî bike ’umrî xot le teqwaye