ya řesûlełła dexîle řûřeşî name syam
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
1 Xulek
929 Dîtin
ya řesûlełła dexîle řûřeşî name syam
ẍeyrî to hîç kes nîye bo min bibê pişt û penam
řûřeş dergahî tom hatûme ber derganeket
’aciz û řîsway gunahim xakesarî řûy cezam
zor peşîmanim egerçî pare naka dad û şîn
’umrî gencîm řabward giştî bebêhoşî û nefam
taze çî bikem řû le kwê kem kê beyad kem ẍeyrî to
çaweřêy lutifit ekem westa weme her wek xedam
serî xom hełgirt û hatim bo dexałet bo řica
mil keç û řû zerd û me’yûsim etoy xîru alanamErebî
terkî ferz û sunetim zore çi fayde çû le des
xom be nesłî to ezanim ey ḧebîbî layenamErebî
lutfîNasnava edebî derdî zor girane ey şefî’ almuznîbînErebî
řûy lutifit sanîşan de zor zelîl û bê newam