ya řesûlełła dexîlek małî wêran bê minim

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  825 Dîtin
ya řesûlełła dexîlek małî wêran bê minim
çaw be eşk û dił be ah û ẍerqî ’usyan bê minim
řûřeşî dunya û qyamet twêşey řahim nîye
na’umêdî kirdewey xom řenc be xesran bê minim
derdekem derdî girane zor le mêje tûş bûm
ew kesey dûçarî derd û dûrî derman bê minim
boç negryêm min be da’îm şîwenê berpa nekem?
dûkełî ahî derûnim řû le asman bê minim
sed peşîmanî û nedamet wa lenaw dił heł esê
ya řesûlełła dexîlek xak be daman bê minim
barekem yekcar girane kes nîye des barî da
destî naw keştî be der xe ẍerqî tofan bê minim
xotî çarey derdî lutfîNasnava edebî ya şefî’ almuznîbînErebî
bê newa û bê ’îlac û çaw be giryan bê minim