babetî17

basî tobe kirdin
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  627 Dîtin
tobe wacbe be nessî ayet
sê şertî heye, yekem nedamet
peşîmanîye lew gunaḧane
ke zû kirdûnî bebê şermane
dûhemyan ’ezme ke heta mawe
xoy nexatewe naw ew quřawe
sêhemyan ředdî ḧiqûqî nase
ya îbray zîmme lew şeř û base
tefrey tobey to le îşî gunah
gunaḧêtre bebê îştîbah
qet tefre nedey tobeket heyhat
jîn nefesêke emrêke nehat
îqtîda bike be çak û xirap
herçen be çakan başe bo sewab
nwêj bike leser mirdûy musułman
çi gunaḧbar bê çi ehlî îḧsan
le ehlî qîble yekê be kafir
mezane ta kufir lêy nebê zahîr
be îqrarî xoy ya be şehadet
le şexsî ’edłî saḧêb se’adet