babetî18

beheşt û dozex
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  592 Dîtin
beheşt û dozex êste mewcûdin
le qur’aneda gelê me’dûdin
lebo cêgayan heye řîwayet
leser fermûdey ehlî dîrayet
bełê fermûye kurdî me’newî
şêx «’ibdalirّḧîm» leqeb mewlewî
nessêkî serîḧ hîç nîye dyar
lebo te’îynî cêy cennet û nar
ḧeq waye desyan hîç lê nedrê
tefwîz be ’îlmî zatî ḧeq bikirê
em dû cêgeye «daralxiludErebî»n
legeł ehlyan baqî û mewcûdin
herçen ḧadîsin eřwaḧî gyandar
dirustî kirdûn xway be îqtîdar
emma emênin gişt be ebedî
leser te’lîmî şer’î eḧmedî
feqet eřwaḧî ẍeyre mukellef
le ḧeywanata eřon be telef
ême nawbeynî hîç nadeyn qerar
bo kufir û îman, bo cennet û nar
ya wan le dozex ya wan le beheşt
derekî ew ḧewt derecey em heşt
xwa le dozex azadman bika
be xoşî beheşt dił şadman bika
legeł enbya û zumřey siddîqîn
legeł ewlya û erbabî yeqîn