babetî16

gunahî kebîre
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 4 Xulek  626 Dîtin
le dîn dernaçê ehlî kebîre
herçen esîrî bîrî teqsîre
meger gunahê bîka be kafir
çi curmî batîn çi curmî zahîr
wekû înkarî řuknêkî îman
ya řuknî îslam, aman sed aman
mesel înkarî xellaqî ekber
yaxud înkarî «be’isErebî»y pêẍember
înkarî fena û înkarî me’ad
bo ḧeşir û neşrî cemî’î ’îbad
yaxud înkarî řojûy řemezan
ya ḧecî beytî «ki’bة alirّḧiminErebî»
ye’is le řeḧmet, emin le ’ezab
yaxud teḧqîrî sunnet û kîtab
teḧrîmî ḧełał, teḧlîlî ḧeram
emma be nessî edîlley eḧkam
gunahî ẍeyrî new’î emane
pêy kafir nabê ew musułmane
***
wekû řezîley bexêłî û nîfaq
ḧez le şoret û nawbangî afaq
xo lê bayî bûn, řya û tekebbur
ḧîrs û tema’ û buẍiz û tehewur
gumanî bedî be eḧwałî xelq
çakî lebo xoy řezîley serdeq
***
dujminî legeł tayfey çakan
’ulema û ewlya, baqî dił pakan
bê ḧeya û şermî legeł dayk û bab
bo dunya ’are û paşeřoj ’ezab
qet’î sîley řeḧim legeł xizim û xwêş
teşer û tane le şexsî dił řêş
men’î diłsozî legeł xas û ’am
mexsûs terbîye û te’lîmî eḧkam
be xisûs qisûrî ustadî meřsûm
bo te’lîmatî tullabî ’ilûm
kufrî nî’met û cefa le peyman
emma peymanê bişê bo îman
ẍeybet û diro û we’de be xîlaf
dest biřînî xełk be laf û gezaf
serfî muskîrat, çi wişk û çi teř
latî û şêtîye û bo ’aqîbet şeř
***
teḧsîlî ’ilûm her lebo dunya
wek deskewtinî cah û kîbrya
damezrandinî bîd’et û îfsad
terkî sunnetî «sîّdi ali’badErebî»
be dewam terkî nwêjî cema’et
ya terkî cum’e be řesmî bîd’et
leber teşa’um řicû’ le sefer
ya be senedî qisey ḧîsabger
***
xwardinî małî ewqaf û eytam
ya małî ḧeram be hêzî ḧukkam
mexsûs be bertîl, be swêndî diro
dînit efewtê û ebî řenceřo
mał dagîr kirdin be nifûz û zor
be dizî û cerdeyî wekû çekexor
le gez û wezin û mena xeyanet
şehadetî zûr, ketmî şehadet
xeyanet legeł małî emanet
bedtire le gişt qîsmî xeyanet
sûd û bertîl û girew û qumar
agirî sûrin zînhar sed zînhar
hergîz emane meke be pîşe
darit deryênê le řeg û řîşe
le hemû bedtir kakî be temkîn
dunya xwardine be behaney dîn
esasî hemûyş ḧubbî dunyaye
her bo dunyaye însan řîswaye
kuştinî însan bê ḧeq û qîsas
hem dawên pîsî însanî nařas
dananî dawî beła û musîbet
bo ewey yekê bixeyte zeḧmet
be fîtne û îfsad be dû zimanî
bo nefis û namûs ya mał dananî
buxtan bo jin û bo pyawî şerîf
nîsbetdanî xełk le îşî kesîf
leqeb dahênan le musułmanan
teḧqîrî feqîr be cewr û tuẍyan
be çawî sûkî řwanîn lebo ẍeyr
xo be zil girtin be paye û be xeyr
legeł dił safan fêł û nasafî
gwê nedan be ḧeq be bê însafî
le mizgewtana qisey dunyayî
terwîcî naḧeq be nařewayî
bêdeng bûn leser kirdewey ḧeram
eger bêfîtne biga be meram
le katî ’uzra řefêqî jinan
yanê bo beynî nawik û ejnoyan
terkî wacîbat bê’uzrî şer’î
ya fî’lî ḧeram memnû’î qet’î
kebîre zorin ẍeyrî emane
naguncên hemû lem řîsalane
biřo bipirse le ’ulemay dîn
le tirsî xuday «ribّ al’almînErebî»