ey sakînî řyazî medîney munewwere
Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
7 Xulek
5317 Dîtin
ey sakînî řyazî medîney munewwere
lutfê bike, bifermû: medîney minew, were
’erşî berîn ke da’îreye, řewze merkeze
ferşî zemîn be ’erseyî teybe mucewhere
teybe ke ye’nî ’eksî beqî’î hemû ’ebîr
teybe ke ye’nî mayeyî ew mîşkî ezfere
teybe ke ye’nî řoj û şewî tîbî ’aleme
řojî ke wişke, şew teře, kafûr û ’enbere
lêwim, le řojî řoşnî kafûrî wişkî, wişk
çawim, le şebnimî şewî wek ’enberî teře
teybe ke ye’nî teyîb û tahîr be řewḧî řoḧ
ferqî ełên: giłî le guł, awî le kewsere
ye’nî guławî qudse giławî řefi’ eka
ew xake çake pakewu ew awe methere
nalîNasnava edebî ke wa segî segî ew merz û bûmeye
emma segî mu’ellemî bêdeng û bêweře
ferşî pełase, doşekî xake, serînî berd
bê tûk û, řût û qût û, feqîr û qelendere
bê tûkî cîfexwarî û gurgîn û bêwcûd
lem aw û xake zahîr û batîn mukeddere
gerden keçî qeladeyî řistî wefate, dê
bo řawî bênî ew der û deşte mu’ettere
da kûçe kûçe xołî beserda bika be çing
lew xake efxere ke hemû tac û efsere
kihif al’enamErebîy hîcretî esḧabî bê řuqûd!
bîke be xakî xadîmî qîtmîrî ew dere
bełkû le feřřî teybe ke tîbî peyembere
sakin bibê geřołîy ew kelbe bê feře
peyẍamber û ḧebîbî xuda, xatemu alruّsulErebî
řewzey le erz û saye leser çerxî exzere
qet sêberî debê leser em erze fanîye
ew taqe nexlî ’erşe ke tûbayî sêbere?!
ew sêbere ke qubbeyî fîrdewsî baqîye
ew sêbere ke xêwetî seḧrayî meḧşere
ew sêbere ke ’alemî ’uluyî le nûrîye
şems û nucûm û herçî lewanda muqeřřeře
ew sêbere ke mezherî ḧubbî xudayîye
kenzî mutelsemî nezerî ḧeyyî ekbere
cê bazî meqdemî şewî qedir û me’arîcî
serbanî ’erş û kursî û cubrîlî şehpeře
dinyay çilon dewê ke be qed hîmmetî nekird
em xel’ete ke etłesî no çerxî estere
teşbîhî ḧusnî fa’îqî, axir, be çî bikem!
nûrî sunûḧî tel’etî sed lewḧî enwere
me’lûme çunkî cem’î řusul muqtebîs lewn
yûsif yekê lewane ke serlewḧî deftere
guftarî noşî şahîdî sed şehdî fa’îqe
řuxsarî xoşî ئەەزْheru mînْ şimsErebîy enwere
ew şahî mahî mîsre, ehalî le řêy sucûd
qur’an dełê ke bende emew bende perwere
ew dê deba be keşmekeş, em dê deba be lutif
ew şahî diłbere, ne şehenşahî diłdere
efradî murselîn hemû yek řaze, am kelam
lem cêgeda bizane muqeddem mu’exxere
şubhey nîye ke şems û qemer sêberî ewn
nîsbet be herdû wechî wekû nûr û sêbere
burhane sûretî beşerî çunke nûre, nûr
bê zîlle, masîway be dû nîsbet mu’ebbere
waqîf be herçî ketmî xebayayî mazîye
’alîm be herçî dêt û debêt û muqeddere
ew řûy le ke’be, ke’be be řûy ew muşeřřefe
ye’nî cebînî qîble û mîḧrab û mînbere
ba bêyne ser wecahetî qedrî lekin xuda
bo ’asyan le meẍfîret û serfî meẍfîre
řeḧmet be ḧusnî sûretî însan zuhûrî kird
xeyru alْbeşerErebî leqeb be şefa’et mubeşşere
mujde le ’asyan ke ew îqbalî řeḧmete
îsmî řeḧîm û ẍews û şefî’ û muxeyyere
ey şemsî maye perwer û îksîrî qelbî xak!
binwaře ḧałî halîkî em xake eḧqere
ḧîfizit şeban û, ême řeme û, ew le’îne gurg
em nefse gurge mêşe legeł ew bed extere,
da’îm le cenb û xwar û kemînda be řoj û şew
bo firsete le řêgeyî îmanî em meře
ême beqî’î ẍîretî toman ḧezîreye
em nefse gurge mêşe şeyatînî ’eskere
xoy kirduwe be gewre û qeřřałî mułkî ten
pişt û wezîrî ew sege deccalî e’were
qurban! dexîlî ḧelqeyî şubbakî řewzetim
sê îltîcam heye, ke legeł ew duwem şeře
ewweł le îltîcam ewete ey ẍeyûrî dîn
ḧazir bibî le keşmekeş û şorî ẍerẍere
goçanî ẍîretit le milimda mu’ewze bê
ta mujde dê ke nûrî yeqînim muzeffere
fa’îz debê be nûrî necatî ḧebîbî ḧeq
lew cêgeda be kwêrî ew xesme ebtere
řû zerd û wişk û xa’îb û xasîr bibê ’edû
wasîl bibim be řeḧmetî baranî, meqbere
dûmîne îltîcam emete ew demey debê
elwaḧî ełḧedim be zenabîlî me’tere,
tenge ewa debê ke le ew cêge tengeda
sa’îl nekîr û ’arîf û me’rûf û munkere,
îmdadî fetḧî babî zubanim be fezłî to
zû bê, ke ewwelîn guzerî pird û me’bere
sêmîne îltîcam dełêm ey ẍewsî ’asyan
hawarî bigre berdeyî aşûbî meḧşere
ew řojî axîrey ke çi řojî le dû nye
řû tirş û qemterîr û ’ebûs û ẍezenfere
em ferşe xakîye detekênin le toz û gerd
em ’erşe no seḧîfeye deyken be yek peře
dengî fuẍan û coş û xuroşî cemî’î xełq
gwê lêre deybyê, ke lewê gwê hemû keře
řojî qyametî fe’îyza humْ qîyamErebî û, şexis
qa’îm çeqîwe, kêle, leser xakî meḧfere
aya qed û qyafeyî xoy bû be kêlî xoy,
ya saqî ’ebhere ke dû çawî leser sere!
dinya buwe be tawe û, seḧra be jîłemo
dinya dełên ke agire, narî semendere
dîwanî germî barî xudaye, be paye ’am
îsẍayî xełqe, sa’etêkî ’erzî meḧzere
layek «zebanye» le serukarî nare, nar
helْ mînْ mezîydْErebî zubanye wek marî ejdere
layêkî keş le cennet û řîzwan tedareke
ḧorî ewa be muntezîrî dêne menzere
eşxasî xasse teşْxesu ئەەبْsaruhumْErebî hemû
wa nifisْyErebîyane heryeke bo xoy muḧeyyere
zêr û zeber debin be dû fîrqe, le fîrqeteyn
waweyl û îmtyaze ke kê bêne kê bere
ekser kesîne, tabî’î berd û ḧerarete
ye’nî weqûdî nare, buxarî museyyere
baqî ke řûy le keffeyî mîzane, yeksere
herçend sere mutabî’î mî’yarî dû sere
lew kêşe kêşedaye ke wa řeş sipî debê
lew kêşe kêşedaye ke wa eḧmer esfere
e’malman legeł hemû ewza’î ḧałman
meẍşûş û cem’î, ḧazre, ger xeyr, eger şeře
mexzûnî řuq’e, ḧebbe be ḧebbe, le keffeda
xalîs dyare, mis ke mise, ’eynî zeř zeře
zeřřêk le çawî boteyî seřřafî keffeda
mexfî nye, dyare, wekû řojî nîmeře
giryan hemû řeşawe leber ahî dûd řeng
mujgan buwe be xame û, dîde be meḧbere
mîzmarî şehsewarîy toye ke sef sefe
kogayî ḧasîlatte beydayî beydere
řojî ceza řica bike bo nalîNasnava edebîy derbeder
çun lem cîhan gunahî gelê zor û eksere