babetî22

[keřamet]
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  586 Dîtin
keřamat ḧeqqe bo ehlî şeref
le ewlyay dîn selef û xelef
«xirq al’adihErebî» yan zor û bêşumar
sabte be şer’ dyare be asar
terîqey fîrqey ewlya çake
ewlya diłyan be ḧeq řûnake
welî ’arfe be zat û sîfat
wextî serf eka be xêr û ta’at
tabî’î şer’î şahî enbya
manî’ le ḧubbî řezîley dunya
em nîşaneye zor muselleme
ke hawmeclîsyan xatrî ceme
herkesê be şer’ namwafîqe
ewe nek welî, bełkû fasîqe
mîzanman ḧesre leser şerî’et
xîlafî ewe her şeře û bîd’et
řizgarman bika xuda le bîd’et
sabtiman bika leser şerî’et
be sîřřî qelb û řoḧî ewlya
be feyzî e’lay şahî enbya
biřjê be serya baranî řeḧmet
pey pey be dewam heta qyamet
sefay ew feyze biga be diłman
ḧel bika boman hemû muşkiłman
ta be serberzî řojî qyamet
bigeyn be lîqay saẍ û selamet