babetî21

muctehîdanî usûlî dîn
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  581 Dîtin
le ’esrî nûrî seyîdî efzel
’eqîde saf bû le wehim û xelel
herweha ’esrî qewmî seḧabe
hem tabî’înî saḧêb necabe
înca musułman pirj û biław bûn
xirap û çakyan pêk têkeław bûn
çûn dûr kewtewe dewrey se’adet
derkewt sewadî fesad û bîd’et
gerçî lew wexta zor bûn îmaman
dana bo esił û fer’î eḧkaman
derkewtin dû şêr zor be merdane
leserî çwarem qeřnê zemane
şêx «abwalḧisinErebî» eş’erî neseb
şêx «abumnisurErebî» ḧemîde ḧeseb
îhtîmamyan kird le řêy xudada
em le semerqend ew le beẍdada
leser meşrebî ḧezret û esḧab
beyanyan fermû ’eqîdey sewab
şêx «abwalḧisinErebî» eş’erî celîl
xoy nawî ’elî bawkî îsma’îl
ceddî nohemî ebûmûsaye
ke le esḧabî «risul alilّhErebî»ye
dûsed û ḧeftay tarîxî hîcre
mutewellîd bû le şarî besre
î’lanî fermû le řojî cum’e
le besre ředdî erbabî bîd’e
ca hîcretî kird bo şarî beẍda
lebo îřşadî sunnet û huda
tesnîfî hebû heta penca û pênc
hemû mufîd bûn bo îslam bêrenc
le sêsed û sê û kesrê le hîcre
be sektey qelbî fewta le ḧucre
***
şêx «abumnisurErebî» nawî muḧemmed
«’ilim alhudîErebî» leqebî emced
bawkî muḧemmed bapîrî meḧmûd
te’wîlatî ew meşhûre û mewcûd
le maturîda hatuwete dunya
le semerqenda derçû le dunya
tarîx zyatir bû le sêsed û sî
wefatî fermû îmamî qudsî
herkes tabî’ bê bem îmamane
le î’tîqada saḧêb îmane
***
dû şêxî ḧedîs îmamî ummet
me’denî nûr û menbe’î řeḧmet
yekem meḧbûbî ḧezretî barî
îmamî ḧedîs şêxî «buxarîErebî»
nawî muḧemmed «abu’bidalilّhErebî»
bawkî îsma’îl be meqam û cah
te’lîfî ewe zerîf û melîḧ
camî’î meşhûr «cam’ alsّḧîḧErebî»
e’lay kitêbî mîlletî îslam
lepaş qur’anî hadî bo enam
mewlîd buxara û qebrî le xerteng
şwênêkî kone lelay semerqend
tarîxî bûn û wefatî meşhûr
«welede fî sîdiqٍ we mate fî nûrErebî»
dûhemyan «musilimErebî» weledî ḧecac
bo serî îslam bû be zeřřîn tac
nîsbet quşeyrî, weten neysabûr
le dûsed û şeş hatuwete zuhûr
le dûsed û şest ’elawe yek sał
be lîqay xuda geyşit be kemał