babetî20
sebebî îxtîlafî muctehîdîn çîye?
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
3 Xulek
864 Dîtin
epirsît bo çî heye îxtîlaf
lay îmamanî be feził û însaf?
ełêm delîlî ḧukmî şerî’et
ewweł kîtabe, dûhemîn sunnet
sêhem îcma’î erbabî kemal
çwarem qyase û pêncem îstîdlal
înca her ḧukmê saḧêb tewzîḧe
kîtab û sunnet lewa serîḧe
cêy xîlaf nîye bo muctehîdîn
çunke ew ḧukme me’lûme le dîn
emma ayet û ḧedîsêkî wa
ke çen îḧtîmal qabîl bê lewa
me’lûme ebê be cêy îxtîlaf
bepêy efkarî ehlî îktîşaf
çunkî paş serfî fîkir û me’rîfet
way bo keşif ebê me’nay ’îbadet
weya metłebê sunnet û kîtab
tewzîḧî neka bebê îřtyab
mecbûren qyas lewa bête kar
ya be îstîdlal ekirê îzhar
madam ’eqłî şexis ebê be keşşaf
teb’en ebête cêgey îxtîlaf
***
eger epirsî bo çî îḧtîmal
heye ta bibê be mayey îşkal?
ełêm e û emre îḧtîmalîye
lelay şarî’a tewaw celîye
feqet mumkîne ke lelay nazîr
mûzîḧî tewaw nebûbê zahîr
meselî ḧedîs mûzîḧî ewe
em muctehîde negeywe bewe
ya ew ḧedîse lay em zerîfe
lay ew muctehîd gelê ze’îfe
înca be fîkirî heryekê fer’î
îstînbat ekirê be nehcî şer’î
ba ḧeq yekêbê çunkî me’zûrin
muxtî’ û musîb herdû me’cûrin
***
be’zêkîş ełên ehlî îxtîlaf
hemû musîbin be ḧeq û însaf
çunkî ḧukmî şer’ î’tîbarîye
merbûtî emir û qezay barîye
xudayş tałbî yusir û řeḧmete
ẍeyre tałbî ’usir û zeḧmete
her qewmê new’ê terîqetyane
fer’î me’lûfî tebî’etyane
be’zê ’îbadet asane boyan
be’zêkîş sexte be tebî’etyan
dey muḧtemel hat kîtab û sunnet
ta bişê lebo çen wece û sûret
ta bo her qewmê şexsêkî e’lem
ḧukmê werbigrê baş û musellem
ca çunkî xuda zaten řazîye
musîbe herkes bewan qazîye
wa lem teqrîre bo to me’lûm bû
saḧêbî ḧukmeyn musîbin herdû
dey «ayxtîlafu ewmeّtî reḧْmehErebî»
leser herdûla miḧellî cezme
ta êste witman ke lefzî delîl
be çen îḧtîmal heł’egrê te’wîl
emmake ḧukmê bo ewan hełkewt
ayet û ḧedîs boyan řê nekewt
lewe çar nîye îlla be qyas
ya be îstîdlal le ’ulemay nas
teb’en îxtîlaf yête cê lema
be îxtîlafî fîkirî ’ulema