babetî19

îmamî eḧmed bin ḧenbel
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  534 Dîtin
mutewellîd bû eḧmed bin ḧenbel
le sed û şest û çwarî mukemmel
be ḧefta û ḧewt sał geyîwe ’umrî
le beẍda leser dîcleye qebrî
***
em çwar zatane be ḧeq îmamin
muctehîdînî dînî îslamin
’adił û ’alim be ayey eḧkam
be eḧadîsî seyîdî enam
gişt saḧêb payey myaney meqbûł
le ’erebîye û belaẍe û usûł
xolase şertî îctîhad bo dîn
lem zatana bû be «’ilim alîqînErebî»
ẍeyrî emaneyş le muctehîdîn
herçon ’alim bûn be eḧkamî dîn
feqet mezhebyan tedwîn nekirawe
boye teqlîdyan řewa nedrawe