babetî18

îmamî şafî’î
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  564 Dîtin
hate dunyawe şafî’î ekirem
řojî wefatî îmamî e’zem
le sed û pencay hîcrî bêguman
le xakî ẍezze ya le ’esqelan
paş muddey dû sał bira bo mekke
lewê mayewe bêgerd û lekke
leber tereqî ’îlim û fîtretî
be panze sałe buwe be muftî
xoy muḧemmede û bawkî îdrîse
ceddî ’ebbasî saḧêb teqdîse
nesebî berzî be paye û ḧurmet
le «’ibdalminaf» egate ḧezret
wefatî fermû le dûsed û çwar
ye’nî ’umrî ew geyîye penca û çwar
qebrî me’rûfe le qeřřafey mîsir
mezarî ’ame le gişt dewr û ’esir