babetî11

«asul» û «firu’»y dînî parêzrawe
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  538 Dîtin
dînî meḧfuz bû le destî teḧrîf
le te’eřřuzî însanî kesîf
selef û xelef be řûy ḧeqîqet
bûn be ḧeresî ḧeddî şerî’et
da’îm qelemdar muheyya û hoşyar
bo def’î mufsîd aza û xeberdar
emma her ’ehdî mûsa bê’ecel
yehûd persityan «’icilErebî»y muste’cel
lepaş wefatî gořîyan tewřat
ayatî ḧeqyan kird be xerafat
le ’ehdî xoya mesîḧî celîl
herçî xwêndewe nusûsî încîl
paş řef’î ’îsa fîrqey ’îsewî
têkyan da ḧukim û şer’î nebewî
be arezûy nefis kewtine «tizlîlErebî»
hemû layanda le ḧukmî încîl
încîlekeyan nema le beyna
ca çwar încîlî cyawazyan dana
eẍłeb tarîxin bo ḧałî şexsî
bê řebtin legeł eḧkamî qudsî
«marqusErebî» û «metîErebî», «luqaErebî» û «yuḧnaErebî»
em çwar kese bûn încîlyan dana