babetî11
«asul» û «firu’»y dînî parêzrawe
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
1 minutes
755 views
dînî meḧfuz bû le destî teḧrîf
le te’eřřuzî însanî kesîf
selef û xelef be řûy ḧeqîqet
bûn be ḧeresî ḧeddî şerî’et
da’îm qelemdar muheyya û hoşyar
bo def’î mufsîd aza û xeberdar
emma her ’ehdî mûsa bê’ecel
yehûd persityan «’icilArabic»y muste’cel
lepaş wefatî gořîyan tewřat
ayatî ḧeqyan kird be xerafat
le ’ehdî xoya mesîḧî celîl
herçî xwêndewe nusûsî încîl
paş řef’î ’îsa fîrqey ’îsewî
têkyan da ḧukim û şer’î nebewî
be arezûy nefis kewtine «tizlîlArabic»
hemû layanda le ḧukmî încîl
încîlekeyan nema le beyna
ca çwar încîlî cyawazyan dana
eẍłeb tarîxin bo ḧałî şexsî
bê řebtin legeł eḧkamî qudsî
«marqusArabic» û «metîArabic», «luqaArabic» û «yuḧnaArabic»
em çwar kese bûn încîlyan dana