babetî12

dînî îslam be karî hemû zemanê yêt
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  569 views
eger bîte ser teḧqîq û tetbîq
bo dînî îslam be gwêrey tedqîq
baş ḧałî ebî ke dînî îslam
bekare lebo cemî’î enam
me’na û mefhûmî ayatî qur’an
kafîye lebo gişt dewr û zeman
mufîde lebo me’aş û me’ad
kafîye lebo cemî’î ’îbad
ḧafîze lebo nifûs û emwał
namûs û ḧiqûq, ḧeram û ḧełał
camî’e lebo wez’î dunya û dîn
çi bo qyamet, çi bo ḧałî jîn
qerarî dawe wez’î î’tîdal
bo katî ḧał û řojî îstîqbal
herçî paşkewê mîlletî îslam
leber ladane le dînî îslam
katê eḧkamê îḧya bêtewe
’alem be carê gişt ejyêtewe
sîřřî eḧkamî hemû řûnake
delîlî řêkî ’eqił û îdrake
boye nasîxe dînî bo edyan
ḧezret xateme bo pêẍemberan
ḧezretî ’îsa katê dête xwar
dînî îslamî eka îxtyar