babetî4

qîra’atî seb’e
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  552 Dîtin
em ḧewt lehceye mutewatîrin
le naw quřrada hemû zahîrin
ḧezret eyxiwêndo qîra’etekan
bo her tîreyê be lehcey xoyan
le lehcey ḧezret gişt xeberdar bûn
bo wergirtinî hemû hoşyar bûn
çîn çîn ew lehce geyîwe pêman
be cem’êkî zor le musułmanan
ye’nî ’ulemay berzî ’ellame
wek «abin alḧacbErebî» hem «abuşamhErebî»
le tewatura îstîsna eka
ewey tabî’ bê bo wez’î eda
be wêney medid û îmale û îşmam
«tixfîf alhimzihErebî» û wez’î îddîẍam
ḧeddî emane zeḧmete be çaw
ke be tewatur dyar bin û biław
feqet ḧirûf û ḧereke û sikûn
esłî emaneyş bebê çen û çûn
çunkî î’cazyan bo ’am melḧûze
heta qyamet ’eynen meḧfûze