babetî2

basî cînnî be munasebey mela’îkewe
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  621 Dîtin
be munasebey basî firîşte
basî «cînErebî» ekem bo řêkî řişte
«cînnî» lay ’ereb, «perî» lay ’ecem
dirust kirawin le agir sercem
maddey letîfin emma be eşkał
xoyan der’exen bepêy wezi’ û ḧał
be wêney însan nêr û mêdarin
saẍ û nexoş û nustû û bêdarin
gişt mukellefin be fî’lî ta’et
be terkî kufir û gunaḧ û bîd’et
hemû mutî’ nîn wekû firîşte
mutî’ û ’asîn leser dû řişte
şeytan le cînne û hemû şeyatîn
şeytan meşrebin, serkêş û bêdîn
be cînnî serkêş kurdan ełên dêw
dêw be weswese dił eka peşêw
nefsî însanîş ’edûy însane
boye mutî’î emrî şeytane
pena be xuday řeḧîm û řeḧman
le heway nefis û le eẍway şeytan
mela’îke û cîn bo em ’îbade
nabînrên meger be «xerْq al’adihErebî»
lebo enbya û ewlyay kîřam
leber teblîẍ û terbîyey enam
em qise řaste werbigre le min
’alim nîn be ẍeyb mela’îke û cin
be qed ew quwe xuda pêy dawin
le ka’înata řeftar etwanin
de cîn natwanê bê îznî xuda
le hîç gyandarê zererê bida
hemû esîrî te’sîrî xudan
hemû tesxîrî teqdîrî xudan
bewêney însan cînnîş be ’adet
ebin be sebeb bo şeř û zeḧmet
be îẍwa’at û be îlqay xeyał
le piř û pûç û efkarî betał
bo def’î ewe be emrî xuda
le nezẍey cînnî «faste’îz byalilّhErebî»
be de’bî ḧezret be wîrd û ezkar
xot biparêze le şeřî eşrar
çunkî pêwîste bo eşya esbab
legeł tewekkul be xuday wehhab