babetî1

dûhem řuknî «sanî»ye
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  617 Dîtin
řuknî dûhemîn tesdîqe be dił
be mela’îkey me’sûmî kamił
cîsmê letîfin hemû nûranî
pakin le ’eyb û neqsî nefsanî
ne mên ne nêrin, ne pyawin ne jin
kesyan lê nabê û le kesîş nebûn
yanê mexlûqin be emrî xuda
be «kunْ feyekûnErebî» «tebareke alilّhErebî»
etwanin xoyan derbixen da’îm
be her sûretê pak bê û mula’îm
be’zê car cîbrîl bo lîqay ḧezret
ebû be «dîḧْyihErebî» be řeng û sûret
dîḧye pyawê bû le ehlî mekke
ser û qamet řêk, bêgerd û leke
***
da’îm mutî’in bo emrî xuda
hemû me’sûmin, berî le guna
le asmana nîye bistê cê
ke firîşteyê lew cêda nebê
***
ya le řikû’an ya le sicûda
ya wan le nûrî feyz û şihûda
herçî mexlûqe bo xuday ekber
firîşteyekî me’mûre leser
be emrî xuday ’elîm û xebîr
îdarey eka be nehcî teqdîr
bepêy wezîfey hêz û quwetdar
bałyan dû duwe û sê sê ya çwar
yanê ’adetî leser esbabe
egerna xuda her xoy ḧîsabe
hîçkes nazanê ’ededyan îlla
zatî ’elîmî xuday te’ala
be’zê bo beheşt xezênedare
beser emana «rizwanErebî» serdare
nozde tayfe ya nozde nefer
be destî «malîkErebî» me’mûrî seqer
katbî e’mał dwanin bo şew
dwanîş bo řoj, agadarin lew
katbî çake, le ser şanî řas
hî şeř lelay çep bêxîlaf û bas
ewweł ḧakme, dûhem meḧkûme
řeḧmî xudayî lema me’lûme
me’mûrî su’al «nekîrErebî» û «munkerErebî»
epirsin basî xudaw pêẍember
be’zê me’mûrin bo ’ezabî qebir
ca bibřêtewe ba bigate ḧeşir
le firîşteda hen çwar esnaf
hełjimêrrawin le zumřey eşraf
ewweł lemane fîrqey «kirّwibînErebî»
lebo te’zîbî gişt mu’ezzebîn
dûhem «ruḧanîErebî» me’mûrî řeḧmet
sêhem «hełgirî ’erşî ’ezemet»
’ededyan çware le neş’ey dunya
egeyên be heşt le neş’ey uxra
fîrqey çwarem «miqirّbînErebî»n
saḧêb meqam û saḧêb temkînin
a lem firîqeye biray muceřřeb
çwar mela’îkey walay muqeřřeb
şexsî ewwełyan nawî «cubre’îl»
me’mûrî weḧye û emînî tenzîl
dûhem «mîka’îl» me’mûrî eřzaq
xoşî û naxoşî le hemû afaq
sêhem «’îzra’îl» me’mûre leser
kêşanî gyanî hemû gyan leber
çwarem «îsrafîl» me’mûrî «surErebî»e
da’îm çaweřêy emir û destûre
sûrîş şaxêke be nessî xeber
kunî wa tya beqed gyan leber
fû eka pyaya îsřafîl dû car
be fûy ewwełcar efewtê gyandar
be fûy dûhemyan mukellef yekser
zîndû ebnewe û eřon bo meḧşer
lakîn hełgirî ’erşî be temkîn
çwar şexsî meşhûr be muqeřřebîn
paş nefxey ewweł efewtên be cem
zîndûyş ebnewe pêş nefxey dûhem
’alem lew beyna çołu betałe
«bîn alnّfixtînErebî» muddey çil sałe