babetî1

fesłî sêhem
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  682 Dîtin
fesłî sêhemîn bo řuknî sêhem
baweře beme ke xuday ’alem
be sefaretî cîbrîlî emîn
kitêbî narduwe lebo muřselîn
sed û çwar kitêb xałî be yeqîn
le şubhe û îlqay cînin û şeyatîn
de lebo «adem», penca lebo «şîsErebî»
sî henarduwe bo serî «îdrîs»
de bo «îbrahîm», sede tewawe
em sed kitêbe «suḧufErebî»yan nawe
«tewrat» bo «mûsa», «zebûr» bo «dawud»
«încîl» hatuwe bo «’îsa»y mes’ûd
diłit têk neçê lewe muřselîn
xoyan zortirin le kitêbî dîn
çûn be şerîkî zor le muřselîn
teblîẍyan kirduwe kitêbêkî dîn
e’lay hemûyan «qur’an»y mubîn
hat bo muḧemmed «xitim almirsilînErebî»
le bî’setewe ta katî wefat
be bîst û sê sał leser lizûm hat
car carê ehat ḧezretî cîbrîl
be řengî dîḧye bo weḧî û tenzîl
car car ney edî û her dengî ehat
wekû dengî zeng le řûy ser bîsat
bem new’e weḧye zor manû ebû
ẍerqî areqî bên xoşî ebû
carê nîw ayet, carê yek ayet
ya lewe zyatir leser kîfayet
pênc ya de ayet ya hemûy sûret
be wêney «kusir, axlasErebî» û «tibّtErebî»
ca eger lenaw yarana ebû
boy exondinewe tewaw zû be zû
ya lemał bwaye zû ehate der
yaran lew weḧye ebûn baxeber
me’lûmî ekird cêy ayetekan
hem cêgay sûret be řutbe û mekan
katê «bisim alilّe»y bo naził ebû
ey zanî sûrey pêşû tewaw bû
sûretêkî ke hatuwete meydan
lebo teblîẍî mukellefekan
xolasey kelam tertîbî qur’an
her be ḧezret bû, bîzane cwan
dexłî hîçkesê lewana nîye
hemûy be weḧye û her tewqîfîye
hîç destyan nebird siddîq û ’usman
lebo tertîb û menhecî qur’an
siddîq nûsîyewe ayet be ayet
cemî’î qur’an leber wîqayet
’usman xwêndinî qur’anî yek xist
dergay cyawazî qur’an xwênî girt