babetî31

basî sucdey tîlawetî qur’an
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  583 Dîtin
herkes xondyewe ayetî sucûd
sunnete leboy sucde bo me’bûd
yek sucdey camî’ bo şerit û erkan
’eynen be wêney sucdey nwêjekan
le ẍeyrî nwêja ya le nwêja bê
eger le îmam tak û cya bê
çunkî me’mûmî fer’î îmame
sucdey tabî’î sucdey îmame
emma le nwêja tekbîr û selam
bo em sucdeye nayête encam
herwa samî’îş bo ew ayete
eger meşrû’ bê ew qera’ete
ca nexwazeła ke şexsî qarî
xoy sucde biba bo zatî barî
nek bo xwêndinî leş pîs yaxud mest
ya xwêndinêkî bê cêge û nawext
ayetî sucde çwarden le qur’an
bot beyan ekem ta bibin ’eyan
le «a’rafErebî» û «ri’dErebî», le «niḧilErebî» û «asraErebî»
yekê le «mirîmErebî», dwanîş le «ḧecErebî»a
«firqanErebî» û «nimilErebî» û «alim, tenْzîlErebî»
«ḧim»y sucde ey biray celîl
«nicimErebî» û «anişqaqErebî», sûretî «’ileqErebî»
tyayana heye cêy sucde be ḧeq
***
lewane nîye sucdey sûrey «sadErebî»
ew sucdey şukire bo «ribّ ali’badErebî»
wextî xoy dawud «’ilîh alsّlamErebî»
sucdey şukirî bird bo xway ’ellam
êmeyş her sucdey ew şukire ebeyn
ke be xwêndinî ew base bigeyn
lewextî nwêja em sucde nîye
leser sunnetî «xîr alberîyeّةErebî»
hem sucdey şukirî ḧudûsî nî’met
ya sucdey şukirî laçûnî zeḧmet
yan hî bînînî gîrode û bêdîn
le ẍeyrî nwêja ebrên be yeqîn
înca tekbîrî teḧeřřum ekirê
lepaş sucdekeyş selamî edrê