babetî30

basî dû sucdey sehû
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  659 Dîtin
sunnete sucde bo cebrî xelel
ta destit kewê sewabî ekmel
dû sucde wêney dû sucdey «selaةErebî»
paş ewan fewren selame û necat
nawyan be sucdey sehu meşhûre
bo ẍeyrî sehwîş bûnyan mezkûre
em sucde ebrê be şer’î enwer
bo terkî me’mûr ya fî’lî munker
ya şik le zyadî fî’lê kirawe
eger qabîl bê zyadî lew nawe
ca baş gwê bigre bo şerḧ û tefsîl
herçît pê ełêm bîke be delîl
me’mûrî metrûk ger le erkane
beser kirdinewey wacb bizane
ca eger ewet be bîr kewtewe
le pêş wêneya egeřîtewe
egerna katê geyît be wêne
bîke û gwê mede to bew mabeyne
le pêş selamîş dû sucde ebrê
cebrî ew terke bem sucde ekirê
eger eb’aze her sucdey ewê
sehwen ya ’emden terkî hełkewê
geřaneweyş boy paş geyîn be ferz
’emden mubtîle ḧałî be le derz
lakîn bo me’mûm wacbe eger
bigeřêtewe îmamî řehber
bem şerte be sehu bigeřêtewe
’emden mubtîle eger bêtewe
sucde sunnete bo fî’lî menhî
eger mubtîl bê, ’emdî nek sehwî
wek xwardinî kem be sehu û xeta
ya wekû tetwîl be řuknî kota
wekû î’tîdal ey biray cwan
ya danîştinî beynî sucdekan
yaxud tîkirarî řuknê le ef’al
wêney řikû’ û sucde û î’tîdal
ya řuknî qewlî bigwêzîtewe
yaxud be tîkirar bîxwênîtewe
ew dû sucdane dewan bo derdî
neqłî sehwî bê yaxud be ’emdî
ger neqłî ’emdî lêt neda zerer
be wêney řuknî «alilّh akbirErebî»
her fî’lê sehu û ’emdî xetere
sucdey pê nawê çûn bêsemere
wekû kelamî zorî xerafat
çunkî lebo nwêj ebê be afat
herçîş mutłeqen zererî nîye
çun bêzerere sucdey bo çîye
wekû hengawê ya îltîfatê
çunkî zererit bewe nagatê
ke becêt hêna řuknê le erkan
lakîn kewtîte weswese û guman
meselen lepaş řikatî sêhem
witit sêheme yaxud çwarem
ebê ew şubhe le dił derênî
řikatî çwarem bo xot bixiwênî
çunka zyadî bo ew řik’ete
qabîle sucdey sehut sunnete
leme zyatir tefsîl nadrê
çûn zîhnî minał hełî nagrê