babetî26

basî sunnetekan bêcge le «ab’az» û «hî’at»
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  598 Dîtin
sunnete be şewq bî lebo «selaةErebî»
bo munacatî xuday ka’înat
be destî řastit bigre destî çep
mayl bolay çep be wez’î edeb
dayannê le jêr peřekey diłit
dûr bixerewe fîkirî batiłit
bixiwênerewe elfaz be aram
me’nay tê fîkire be şi’ûr û fam
xişû’it bibê be dił û endam
xot zelîl bike bo xuday ’ellam
biřwane lebo cêgay sucdega
la mekerewe bemla ya ewla
sunnetî nwêje lepaş îftîtaḧ
te’ewuz bikey be qesdî necaḧ
le pêş fatîḧe le gişt řikatê
eger bixiwênî xêrit egatê
lepaş fatîḧe «amînErebî» sunnete
amîn wek morî «ribّ al’izّةErebî»e
eger me’mûm bûy řêk legeł îmam
amîn bixiwêne egey be meram
emcare nobey xwêndin sûrete
bo dû řikatî ewweł sunnete
bo tenha û îmam, bełam bo me’mûm
her gwê řagirtin sunnete me’lûm
le sucde û cilûs du’a bixiwêne
îḧtyacî xot be ḧeq binwêne