babetî27

ew du’ayaney ke neqił kirawin le ḧezretewe ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  617 Dîtin
lepaş teḧyatî axrîş kake
ta du’ay me’sûr bixiwênî çake
«ayة alkursîErebî» ey biray celîl
ḧemd û tesbîḧ û tekbîr û tehlîl
înca paş ewe selamit dawe
dest berzewe ke dem be du’awe
wekû fermûye řesûlî kerîm
du’a bixiwêne be sîdiq û teslîm
îstîẍfar bike le barî gunah
lebo řizgar bûn le çarey syah
lêy dawa bike baranî řeḧmet
biřjê be serta be feyz û nî’met
bo bawik û dayk, bo xuşk û bira
bo bêgane û xizim bibe be çira
her qapî ewe da’îm guşade
her be řeḧmî ew ’alem diłşade
dił mutme’în be diłit nelexşê
eger řast bikey xuda etbexşê
lêt qebûł eka çunkî řeḧmane
du’a bo xot û xizim û bêgane