babetî26
basî sunnetekan bêcge le «ab’az» û «hî’at»
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
1 minutes
835 views
sunnete be şewq bî lebo «selaةArabic»
bo munacatî xuday ka’înat
be destî řastit bigre destî çep
mayl bolay çep be wez’î edeb
dayannê le jêr peřekey diłit
dûr bixerewe fîkirî batiłit
bixiwênerewe elfaz be aram
me’nay tê fîkire be şi’ûr û fam
xişû’it bibê be dił û endam
xot zelîl bike bo xuday ’ellam
biřwane lebo cêgay sucdega
la mekerewe bemla ya ewla
sunnetî nwêje lepaş îftîtaḧ
te’ewuz bikey be qesdî necaḧ
le pêş fatîḧe le gişt řikatê
eger bixiwênî xêrit egatê
lepaş fatîḧe «amînArabic» sunnete
amîn wek morî «ribّ al’izّةArabic»e
eger me’mûm bûy řêk legeł îmam
amîn bixiwêne egey be meram
emcare nobey xwêndin sûrete
bo dû řikatî ewweł sunnete
bo tenha û îmam, bełam bo me’mûm
her gwê řagirtin sunnete me’lûm
le sucde û cilûs du’a bixiwêne
îḧtyacî xot be ḧeq binwêne