musawî wek yek û lûln le herdû lawe zulfeynî

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1354 Dîtin
musawî wek yek û lûln le herdû lawe zulfeynî
nimûney ’eksî ḧerfî «mîm» û «nûn» û «waw»e zulfeynî
be dawe, kirj û xawe, ye’nî ałozawe zulfeynî
dû tawe, dû syan û şêwekey şêwawe zulfeynî
perêşan û şiksite û sernîgûn damawe zulfeynî
tumez badî sebay çîn û xetay lê dawe zulfeynî
le cêy pawane û gerdinliẍî danawe zulfeynî
ke wek ejder le pê û gerdinî aławe zulfeynî
du cadû marî meẍzî ademî xwarî qerar dawe
leser şanî, wekû zeḧḧak û, nawî nawe zulfeynî
be tuřře wek peřî tawis, be gerden ahuwe, ye’nî
leser ahûyî gerden herdû ḧełqey dawe zulfeynî
be zahîr zułmet û dûde, be batîn nûr û, narêkî
le ’ûd û ’enber û mîşkî xetay berdawe zulfeynî
şikencî tarî piř mîşkî tetar û tare, emma ew
duta û, her taye barêkî le ’enber nawe zulfeynî
wekû dûdî syahe ahî nalîNasnava edebî û, em, řeqîbane
leser ta pê le bergî merg û matem nawe zulfeynî