qedrî min çende lelay dewłetî dinyayî denî

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 2 Xulek  1401 Dîtin
qedrî min çende lelay dewłetî dinyayî denî,
qedrî ew kemtir û, herdû le ẍemî yekdî ẍenî
taẍî û baẍî û, baẍî guł û neyreng û fenî
şad û şadabe be guł ateşî û narewenî
hênde diłxoşe leber sebzî û dar û dewenî,
ke deřeqsê wekû şax û fenen û nesterenî
le xezan bêxebere bergî behar û çemenî
bêbeqayî guł û seru û semen û yasemenî
felekî mîhir mehî, weqte tewaw bê zemenî
kewkebey encumî û da’îreyî encumenî
xwanî elwanî zemîn û sefî sînî û seḧenî
teşt û tas û tebeq û lenger û şem’ û legenî
min wekû ře’dim û to wek guł û sebzey dîmenî
min degryêm û denałênim û to pêdekenî
ey deratû le dû mecrayî dû mîzabî mebal
mebe badî wekû xerzîh beheway kîbir û menî
tenî řazî be xeşîn poşîy wek şêr û şutur
bênyaze le birêşim tenî û pîletenî
gutim ey qîble quze! bo çî be teḧrîrî ḧerîr
řaẍîbî lîbsî ’ecem, tarîkî bergî yemenî?
gutî tacî ’ereb û, alî ’eba fermûyan:
’eybe ten perwerî û nermî û nazk bedenî
ême merdîn û hemû şêrî xeşînpoşî mesaf
kirmî qez herçî tenî, bo tenî nîswanî tenî
qez, birêşim, ke ḧerame le řecul, nek nîswan
sunnetî şer’e, eger tabî’î ehlî sunenî
terkî arayşî ten neqdî řewacî ’erebe
to ’ecem, merdî muzexref tenî û qełbezenî
mîlletî kurd û ’ereb herduyeke tefreqe bûn
le cefa û mîḧenî mułkî sebaNava taybet û yemenNava taybety
wekû ew kirme lenêw qubbeyî ebrîşmida
’aqîbet murdeyî ye’sî ’emel û bêkefenî
çunke nalîNasnava edebî! leser em erze ẍerîbî wetenî
heste barî medenî be, medenî be, me denî