babetî48

mu’cîzey qur’an
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  863 Dîtin
e’lay mu’cîzey seyîdî ’ednan
lefzî piř me’nay ayatî qur’an
be emrî xuda qerar dirawe
qur’an le lewḧa hemûy nûsrawe
werî girtuwe cîbrîlî emîn
be îlqay xuday «ribّ al’almînErebî»
be bîst û sê sał bepêy îḧtyac
hênawye bolay şahî saḧêb tac
perî û firîşte û hemû ademî
nagen be wêney, ne zor ne kemî
nek desûretî «اەقْseru alsuّwerErebî»
dûre le hêz û taqetî beşer
mebnay sefaye û şîfay sidûre
me’nay ḧîkmete û řeḧmet û nûre
tya heye basî ewweł û axir
piře le xêrî batîn û zahîr
esrarî zorî lê ebê ’eyan
’ulemay ewê, emma le e’yan
ew terẍîb eka perî ta beşer
leser îşî çak, leser def’î şeř
leser ’eqîde û baweřêkî pak
leser kirdewe û řeftarêkî çak
leser îsłaḧî řewişt û exlaq
bo hemû beşer le hemû afaq
leser komekî bo xêr û îḧsan
be gyan û be mał, be ḧurmet û şan
leser řûxoşî û îman û sefa
leser çawpoşî û peyman û wefa
leser sîley řeḧim, bo xizim û bo xwêş
leser diłsozî bo şah û derwêş
qur’ane ełê qet ẍafił mebe
le îta’ey ḧeq qet matił mebe
ełê têkoşe bo adabî dîn
feramoş meke beşî xot le jîn
emirit pê eka be ḧîfzî nufûs
’eqił û ayîn û serwet û namûs
lebo xas û ’am wa eda fitwa
keřamet nîye îlla be teqwa
herkes etqa bê yeqîn ew kese
her ew ekřeme û her ew eqdese