babetî47

let kirdinî mang û řoj matił bûn
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  726 Dîtin
ke munkîr daway mu’cîzey lê kird
be îmay pence mangî dûlet kird
«ayqْterebetî alsّa’eةû ûەانْşeqeّErebî»
bo let bûnî mang delîlê ḧeqe
ayetî dwayî wekû burhane
lebo însanê negrê behane
bo mu’cîzeye înkarî musîř
î’raz û de’way sîḧrî mustemîř
boy matił bû řoj, leser neqłî ḧeq
leber nwêjî ’esir le ẍezay xendeq
bo payey berzî şahî saḧêb tac
îmtyazî bû be esřa û mî’rac
ke be îḧtîram cîbrîlî eqdes
şew birdî heta «bît alimqidّsErebî»
lewêwe serkewt le asmanan
bîstî guftugoy xalîqî mennan
be sur’etî berq her le ’eynî şew
hate xwarewe be şewq û piřtew