babetî46

basî zor bûnî şitî kem be yumnî ew ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  629 Dîtin
be feřî ew bû ke wa hate şîr
meřekey «am mi’bidErebî»y feqîr
çen xurmay bexşî be «’ibid alirḧiminErebî»
ebûhuřeyřey meşhûrî zeman
lew tarîxewe ta fewtî ’usman
lewaney exward be tûlî zeman
zerfî xurmakey lew řoja win bû
boye be ah û esef eyfermû:
«lîlnّasî hemٌّ we lîy hemّanîErebî
hemuّ alْhemْyanî we hemuّ alْ’usْmanîErebî»
be yek çitîr û menê co be ḧeq
hezar kes têr bû le ẍezay xendeq
le ẍezay tebûk leber kemî nan
şikatyan hêna bo şahî zeman
ewîş emrî kird herkes herçî bû
hênayan bolay zor bû ya kem bû
hemûyan dakird leser yek sifre
pya beş kirdinewe bo def’î ’usre
hemû beşyan bird be arezûy dił
supa řizgar bû le derdî muşkił
bêne yadî xot le ḧudeybîye
yaran û şahî «xîr albirîّe»
katê řoyştin bo ew serawe
ḧałî bûn kanî wişk û bê’awe
ḧezretî serwer nêzey xiste naw
kanî hate coş be wêney seraw
desniwêjyan girt û awyan xwardewe
kanî û awekeyş herwa mayewe
seferêkî@tir le řûy dyaran
bo awî desniwêj damabûn yaran
ẍeyrî kaseyê qet’en aw nebû
ca teşrîfî bird ḧezret zû be zû
destî xiste naw ew kase awe
kase hate coş wêney serçawe
ta desniwêjyan girt yaranî be ’am
be yumnî zatî «’ilye alsّlam»
penayan hêna qewmêkî feqîr
leber naxoşî û kemî awî bîr
teşrîfî řoyî û awî demî xoy
kirde ew bîre xoş bû tam û boy
awîşî zor bû be safî û xoşî
çunkî le awî ḧeyatî noşî
mîwandarî kird ḧezretî beşîr
bo ehlî «sufّhErebî» be kaseyê şîr
herkes be qed xoy lêyan xwardewe
kase şîrekeyş herwa mayewe
şexsê «riḧimةً lil’almînErebî» bê
ebê řizgarî her bew te’mîn bê
destê haw destî «ruḧ alqudusErebî» bê
mewrîdî feyzî xuday eqdes bê
çon şîfay xeste bew deste nabê
ya sefay sîney dił xeste nabê
diłê ke cêgay nûrî xuda bê
ebê temennay lay ew řewa bê
demê ke zîkirî zat û sîfat bê
ebê nimî ew awî ḧeyat bê
řeḧmetî xuda řûy kirde herkes
bo tarîke şew ebê be qebes
ebê be pena bo hemû ’alem
ebê be dewa bo êş û elem
řoḧim be fîday naw û nîşanit
dił dawa eka neş’ey îḧsanit
lutifit merhemî zamî zelîle
bo qapî îḧsan nawit kilîle
xom xiste qapî emin û emanit
wek ’ereb dexîl desme damanit
kurdim, burdîyem nezmî kurdîye
penam hênawe, wextî merdîye