babetî45

řizgar bûnî birîndar û kwêr û nexoş be yumnî feřî ew ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  636 Dîtin
her be keřamet şay saḧêb eman
luqman meşreb bû, bê dewa û derman
çawî qetadey muxlîsî eřşed
kewte ser kułmî le ẍezay uḧud
nayewe cêge û destî pya hêna
bû be çawêkî be derk û bîna
çawanî «fudeyk» nabîna û zelîl
tifî xoy lêdan řesûlî celîl
wa şitî edî le ’umrî heşta
to etut fudeyk minałe hêşta
be tifî ew bû siddîqî nazar
řizgar bû le soy êşî gestî mar
be tifî ew bû ḧeyder le xeyber
çawî řizgar bû le êş û xeter
pêy ebuřafî’ şika be cefa
destî pya hêna şay saḧêb sefa
wa xoşewe bû etut baş ceřřaḧ
hatuwete serî bo cebir û îsłaḧ
jinêkî damaw mindałêkî bû
keçeł û lawaz, zor bêreng û řû
hênaye penay seyîdî serdar
bo řizgar bûnî le zam û azar
destî nazarî hêna be sera
minał řizgar bû le gişt macera
mindałêkî şêt, bêḧał û bêhoş
wêł û sergerdan, nasaẍ û nexoş
daykekey hênay bo ḧuzûrî ew
ta řizgar bibê be hîmmetî ew
destî xoy dana leser sîney ew
du’ay lebo kird şay saḧêb piřtew
be meylî xuda gurc řişayewe
řengî wekû guł zû geşayewe
bo xoy řizgar bû le şêtî û azar
be bereketî serwerî nazar