babetî44

beyan kirdinî çen şitî ẍeybî
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  612 Dîtin
be î’lamî ḧeq çen xeberî da
hemû hatne cê be emrî xuda
derkewt be řastî qisey ẍeybî ew
bo fetḧî mułkî qeyser û xusrew
weha suraqe mujdey pê dira
werî girt tac û esbabî kesřa
exbarî fermû serwerî zeman
be şehîd bûnî ’umer û ’usman
hem be şehîdî «abu alḧeseneynErebî»
be sułḧî ḧesen «beyne alfî’eteynErebî»
hemûy naw birdin kujrawanî bedir
hate dî qisey şahî saḧêb qedir
hem xeberî da be daykî enes
eřwa bo ẍezay kuffarî nakes
leser beyanî řesûlî meqbûł
řoyşit bo fetḧî şarî îstanbûł
her lew sefera le wiştir dakewt
mird û mertebey şehîdî des kewt
î’lanî fermû mergî şay ḧebeş
qetłî feyrûzî saḧêb mekir û ẍeş
gelê waqî’ey wehay xiste der
hemû nûsrawin le peřey syer