babetî43

basî biřê le «ayrhas» û «keramat» û «mu’cîzat»y ḧezret ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  892 Dîtin
ba biłêyn be’zê le îřhasatî
le keřamat û le mu’cîzatî
le pêş nubuwet «xirq al’adihErebî»y xas
le îstîlaḧa pêy ełên «ayrhasErebî»
be me’nay esas bo pêẍemberî
damezrandinî payey serwerî
be «xirq al’adihErebî»y dway nubuwet
bê mu’areze biłê «kirametErebî»
paş nubuwet û tełebî kuffar
her xarîqeyê ew bîka îzhar
bew xarîqeye ełên «mu’cîzihErebî»
çunkî xesmekey bewe ’acze
nîşanekanî şewî weladet
hemû îřhas bûn lebo nubuwet
her wa ew hewre le katî sefer
le řaseryewe ebû be sêber
ke bû be řesûl seyîdî enam
gelê cemadat lêyan kird selam
kołekeyê bû lew mizgewteda
bo xutbe pałî pêyewe eda
katê terkî kird paş bînay mînber
nałandî leber fîraqî dulber
ta řoyşte lay be mîhrebanî
baweşî pya kird wek biray gyanî
ewca bêdeng bû be sebir û aram
be meḧebbetî «’ilîh alsّlamErebî»
tesbîḧatî kird be emrî xuda
miştê wirde berd le destî ewda
herwa le destî bûbekir û ’umer
le destî ’usman meḧbûbî serwer
be emrî ew bû darxurma le dûr
hat bû be ḧîcab bo şahî mensûr
darêkî semrî bang kird bo tesdîq
hat û paş tesdîq geřawe teḧqîq
wiştir çen def’e hatin bo şikat
le qursî bar û řêgey dûr wiłat
şikatî ask û qisey sûsemar
basî defey şan bo xeterî jar
gelê du’ay kird giştyan qibûł bûn
bo xêr û bo şeř bo bûn û nebûn
be du’ay ew bû ḧezretî ’umer
îmanî hêna, geyşit be semer
be du’ay ew bû ḧezretî enes
’umir û ewlad û małî kewte des
be du’ay ew bû ke îbnu ’ebbas
le dunya geřa be «a’ilim alnّasErebî»
be du’ay ew bû sałî wişkesał
baran ebarî meḧał be meḧał
du’ay şeřîşî le herkes ekird
be emrî xuda te’sîrî ekird
ew pênc bêşerme ke be îstîhza
bo ḧezret ebûn be mayey siza
dû eswed naw û ḧarîs û welîd
’as îbnu wa’îl namerdî pelîd
zû gîrode bûn be du’ay ḧezret
le dunya derçûn be dax û ḧesret
eswedî kuřî muttelîb kwêr bû
eswedî dûhem îsqay pê fêr bû
welîd be tîrê cestey dařza
’asîş be diřkê fewta be siza
ḧarîsîş serî daweşa be zam
le dunyay řoşin derçû be nakam
bûn be sedeqe bo ew pêncane
kewtine koşiş aza û merdane
peymanî şeřyan têkda be yekcar
hozî ḧezeryan hênawe bo şar
me’tem û zem’e û hîşam û zuheyr
«abu albiḧtirîErebî» merdî saḧêb xeyr
be du’ay ew bû ’etebey negbet
kuştî şêrêkî behêz û heybet
pyawêkî ’ereb dił û derûn sard
be destî çepî te’amî exward
ḧezret be nermî û aramî fermûy
destî řas çake nanî pê bixoy
kabra be ’înad witî natwanim
her be destî çep xwardin ezanim
fermûy ba wabê kabray bed’emel
destî nexoş kewt be derdî şelel