babetî42
basî wez’î e’za û bedenî û şêwe û řengî
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
5 Xulek
1149 Dîtin
le şemaylî şîrînî ḧezret
be’zêkî ełêm lebo me’rîfet
serî gewre bû, pêşanî guşad
herkesê eydî pêy ebû diłşad
carcar mûy serî egeyye ser şan
carcar kotatir pya ebû pexşan
ebroy be wêney qewsî tîr’endaz
çawanî cwan bûn be wêney şabaz
çi le piştewe, çi le berdemî
şityan ebînî bêzî’if û kemî
řengî řuxsarî cwan û sipî û sûr
der’ekewt le dûr be wêney bilûr
ax be temaşay ew çiray sefa
min řizgar ebûm le derd û cefa
lûtî saf û řêk şêwey beranî
saf û awdar û şaş bû didanî
zimanî fesîḧ, qisey şîrîn bû
tifî dermanî êş û birîn bû
gerdinî bêgerd, bewêney bilûr
edrewşayewe bê’eyb û qusûr
sîngî guşad û diłî be quwet
piř le zanist û ’eqił û muruwet
ke be çaw enûst diłî bêdar bû
meşẍûłî yadî xuday ẍeffar bû
diłî ew şahî saḧêb piřtewe
çwar car let kira û şorawetewe
lepaş dû sałî, de sałî û çil sał
le penca û yeka, «mî’rac alkimalErebî»
hemû her sîřiř û «xerq al’aditErebî» bûn
mayey sulûkî řêy se’adet bûn
naw şanî guşad be tîn û quwet
lay çepyewe bû morî nubuwet
be wêney hêlkey kotir, ya kewê
qezay le necmey padşa kewê
destî piř sefa û sexa û nesrîn boy
weha dirêj bûn egeyne ejnoy
destî danaye leser her êşê
şîfay bo ehat ney ema řêşê
ax bew destekey wekû bestey guł
necatî edam le xesteyî dił
jêrî pêy saf û bonî wek ’enber
firîşte sîret, endam bêsêber
ne kurt, ne dirêj, bałay mu’tedîl
berzîşî hebû leser muqabîl
herçen sûretî cwan û zerîf bû
xulq û sîretî zyatir şerîf bû
zîkirî zubanî nawî xudabû
daym meşẍûłî neşrî huda bû
sîwakî ekird be darî îrak
terẍîbî ’amî ekird bo sîwak
mezaḧî ekird leser sedaqet
qisey xoşî bû leser ḧeqîqet
zerde xendey zor pêkenînî kem
qehqehey nebû seyîdî ekirem
egrya katî bîstinî qur’an
le şewniwêjîşa, emma biřê an
le katî tirsî xway be ’ezemet
katî bezeyî bo ḧałî ummet
wefa be we’de tebî’etî bû
ḧeya be wêney ḧeqîqetî bû
zyatir le ’alem be ’eqił û ’îffet
be şerim û şiko, be berzî sîfet
şew be’zen enûst, be’zen bêdarbû
meşẍûłî fîkir û zîkirî ẍeffarbû
hênde le nwêja řawesta be şew
awsan herdû pêy nazenînî ew
eẍłeb dûşemme û pênc şemme û cum’e
beřojû ebû ew saḧêb řuf’e
«ayّam albîz» û şeş řojey şewał
’erefe û ’aşûray egirt be kemał
da’enîşt wekû saḧêb wîqaran
ne’ekewte pêş le řîzî yaran
le řê řoyîna bo paş û bo pêş
ferqî ne’ekird şay meşreb derwêş
leser esp û ker hêsir û wiştir
swar ebû bê ferq, car le car xoştir
le paşkoy xoya leber şefêqî
swarî ekirdin bende û řefêqî
be îşî asan gelê mesrûr bû
le tesennu’ û tekelluf dûr bû
komekî ekird be şexsî ze’îf
ca nexwazeła damawî şerîf
bo bêwejin û hetîwî bêkes
lebo ẍerîb û xizmanî bêdes
eypirsî ḧałî ẍayb û nexoş
’eyadetî bû legeł qisey xoş
îstîřca’î bû bo yekê emird
be xişû’ nwêjî cenazey ekird
legeł cenazey eçû be temkîn
du’ay bo ekird le dway dapoşîn
wehmî ’aczî leherkes ebird
eřoyî bolay diłxoşî ekird
îkiramî zor bû bo zumřey eşraf
ḧeqî wer’egirt be feził û însaf
serfî nezerî ekird le xîlaf
le qisey tałî pyawî bê’însaf
le muşkîlata tedbîrî ekird
herkes meẍrûr bû tesxîrî ekird
destî eşorî û «bisim alilّhErebî»y ekird
ewcare destî bo te’am ebird
řexney nedegirt le çêşt û te’am
emyane wişke û ewyane bêtam
ya terkî ekird ya xo zû be zû
lêy exward şitê, bepêy arezû
qet cya nebû nanî le yaran
çi le dewłemen, çi le hejaran
tirê û kałekî exward be wîqar
hem be yekewe řutab û xeyar
zewqî mayl bû be çewr û şîrîn
wekû xurmawřon hem hełwa û hengiwîn
şîrî meyl ekird çaşt û êwaran
meylî bû leser goştî bałdaran
zewqî şanî bû le goştî ḧeywan
eykird be pêxor sirke legeł nan
her be sê pence, carcar be çwar
çêştî heł’egirt be şerim û wîqar
pêy xoş bû lîbas le burdî yeman
le maddey xurî û le maddey ketan
řengî sipî û sewz lelay merẍûb bû
parçey bew řengey lela meḧbûb bû
eykirde pencey biçûkî xatem
zor le destî řast le destî çep kem
çewrî efermû mûy serî carcar
zor meylî hebû be ’etrî bondar
mîskî heł’egirt, bixûrî ekird
le darî ’ûd û le kafûrî wird
sûretî pak û şeref û ’erzî
sîretî çak û exlaqî berzî
nayete nûsîn bo min be defter
sełewat leser řoḧî pêẍember
bese bo senay qur’anî kerîm
«îyneّke le’elî xuluqٍ ’ezîmٍErebî»