babetî41

basî şorîn û kifin û nwêjî cenaze û dapoşînî ḧezret ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  702 Dîtin
řojî dûşemme û hem şewî atî
herwa mayewe le cêy wefatî
řojî sêşemme ḧeyderî keřřar
şordî cesedî seyîdî ebřar
komekî ekird ’ebbasî mamî
hem «fizilErebî»y kuřî saḧêb meqamî
usame û şeqran ’elawey qîsem
azad kirawî řesûlî xatem
be şerim û edeb lelay perdewe
be çen ḧesret û ahî serdewe
awyan eřêja û egryan be taw
be coşî sîne û cigerî sûtaw
awî ewwełcar germî bêqusûr
dûhem aw û murd, sê aw û kafûr
be sê şakfinî siḧûlî enwer
’elawey ewan kiras û mêzer
paş ẍusił û kifnî ew serferaze
ḧazir bûn lebo nwêjî cenaze
ewwełcar pyawan dûhem le jinan
sêhem minałî be temîzî cwan
feqet lem nwêja esḧabî kîřam
hîçkes lebo kes nebû be îmam
her le sêşemme ya le şewî çwar
ya le řojya, be neqłî exbar
le cêy wefatya qebryan hełkend
le ḧucrey ’ulyay ’a’îşey pesend
qebir hełkenî ebûtelḧe bû
leser tertîbî ḧefir û leḧd bû
ferşî elḧedyan bo kird be no xişt
sûretî elḧed sîretî beheşt
’ebbas û ’elî hem «fizilErebî» û «qisimErebî»
řoyştine qebrî seyîdî ekřem
be şerim û şeref dayan hêşte xwar
teslîmyan fermû, be řewzey gułzar
’umrî ’ezîzî şest û sê sał bû
’eqłî û ḧewasî piř le kemał bû
biřjê beserya selat û selam
be qed ḧurûfî cemî’î kelam