babetî40

waqî’atî sałî yazdehem
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  641 Dîtin
le sałî yazde le mangî sefer
cubre’îl hênay bo «xîr albişirErebî»
«ûەاتەّquwa yewْma turْce’ûne fîhErebî»
îşarey mergî ḧezretî wecîh
řojî dûşemme, bîst û ḧewtî mang
rêkî xist supay berzî benawbang
řojî çwarşemme kewt be nexoşî
azar wicûdî ewî dapoşî
her le ewwełî em nexoşya
xutbeyekî xwênd berz û be me’na
řojî pênc şemmey axrî sefer
ałay usamey řêxist bo sefer
ye’nî serok bê bo ew supaye
çunkî her qa’îd saḧêb ałaye
emma çûn ḧezret her mubtela bû
usame hêzî ejnoy şikabû
řojî yek şemme sêhemî řebî’
ẍałb bû êşî seyîdî řefî’
leber nexoşî cestey nazarî
leber ẍełebey êş û azarî
wîstî le şwênê bimênêtewe
le nobey jinan xoy bigrêtewe
îznî xwast mewlay mertebey kubřa
nexoş bê lelay ’a’îşey ḧemřa
ca bo dûşemme ew řuxsar çira
kewt le menziłî ’a’îşey ḧemřa
herçen nexoş bû be dił û endam
le nwêjekana ebû be îmam
feqet pênc şemme wîs’et nemaboy
ebûbekirî kird be cêdarî xoy
ca ebûbekirîş be îstîqamet
dewamî ekird leser îmamet
dûşemmey dwazdey «ribî’ al’ewّliErebî»
muteweffa bû seyîdî ekmel
şabazî gyanî be qedir û î’zaz
bo baẍî fîrdews kewte ser perwaz
xoy be dił meylî leser perwaz bû
lîqay tecellay xuday nyaz bû
be řeḧmî řoḧî saḧêb hîmmetî
bû be zexîre lebo ummetî
ay lew zelzele û sedemey ’uzma
afaqî piř kird ta sefḧey sema
yaranî hemû sîneyan coşa
bo fîraqî ew diłyan xiroşa
sersam û melûl, ḧeyran û bêhoş
be’zêkyan lê mird, be’zêkyan nexoş
wa perêşan bû ’umerî farûq
qesemî exward be ḧezim û wisûq
herkesê biłê ke pêẍember mird
be şîr eykujim zû be dest û bird
emma ḧezretî bûbekirî siddîq
herwekû xoy bû meḧkem û wesîq
xwêndyewe wekû xetîbî seyît
ayey şerîfey «îyneّke meyîّtErebî»
ca teskînî da be diłî farûq le wefatî ew geyî be wisûq