babetî49

delîlî î’cazî qur’an be kurtî
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  732 Dîtin
ger ełêyt qur’an bo çî mu’cîze
mexlûq le înşay wêney ’acîze
min çen delîlit bo ekem beyan
lebo îsbatî î’cazî qur’an
ewweł merbûtî ehlî wîcdane
mexsûsî ehlî dîn û îmane
dił dagîr eka be quwey te’sîr
tesxîrî eka be wêney esîr
day egirsênê wekû kareba
tarîkî wehmî leser la’eba
nabêzrê le dił hergîz be tîkirar
bełkû xoştire emcar le ewcar
bew neş’e qur’an eybexşêtewe
dił be wêney guł egeşêtewe
***
dûhem beyanî exbarî mektûm
wêney ayetî «ẍulîbetî alruّwimErebî»
«letedْxuleneّ alْmesْcîde alْḧerameErebî»
«fetْḧa qerîbaErebî» be gwêrey meram
***
sêhem cyayî tertîbî yekser
lebo uslûbî kelamî beşer
çûn uslûbêkî ẍeyre mu’tade
xarîcî wez’î nutqî ’îbade
***
çwarem emeye dûre le gezaf
le mubaleẍey têkeł be xîlaf
emma qisey ẍeyr bebê guftugo
eẍłeb cwan ekirê be hûşe û diro
pêncem emeye le hemû babê
berze le payey hemû kîtabê
le zem û sena le we’d û we’îd
le «zirb alimsilErebî», le neşrî tewḧîd
emma ademî dûrin lem terze
serkes bo babî mertebey berze
***
şeşem delîle bo merdî zana
ke agadar bê le sîřřî me’na
be nuktey wird û belaẍey kelam
be munasebey muqtezay meqam
mu’cîze lebo wa’îz û xetîb
pêy da’emênê belîẍ û edîb
’alem hate coş bo muqabele
bo mu’areze û bo mucadele
hemû manû bûn le muqabele
boye desyan kird be muqatele
***
îmamî řazî şabazî teḧqîq
dû qisey heye me’qûl û deqîq
qisey ewwełyan ḧał nîye be der
ya peste nezmî le quwey beşer
ya hawmîzane bo hêzî ewan
ya bułenditre mertebey lewan
ewweł û dûhem nabê we’îlla
çon le wêney ew ebûn tewella
ger edna ebû ya xud musawî
xutebay ’ereb bê dił şikawî
înşayan ekird wêney le kelam
îfşayan ekird lelay xas û ’am
qisey dûhemîn le «nifsu al’emirErebî»a
ya wa le payey quwey beşera
ya meger her xak biken be sera
lêk dûrin wêney sureyya û sera
eger emeye ’eynî metłebe
ke mu’cîzeye û dûr le meşrebe
eger ewełe dûbare cwan
bom me’lûm ebê mu’cîzey qur’an
çunkî kelamê le qudreta bê
xudayş bo wêney řêgay nedabê
yeqîn te’îydî zatî xudaye
lebo tesdîqî «risul alilّhErebî»ye
wekû eweye be quwey qudsî
neyełê kesê wergêřê desî
bêcge lemane mu’cîzey zorin
lay ’eqłî selîm be îmza û morin