ger bazî nezer bazî, lem dest û nîgaret çî
Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
1 Xulek
2348 Dîtin
ger bazî nezer bazî, lem dest û nîgaret çî!
bo yarî û desbazî, lem řaw û dyaret çî!
gerdin keçî zułfî bûy, sa dił mede ber mujgan
wa xot le tenaf dawe, îtir le qenaret çî!
ew çawe ke hełdênî, sed ’erbede denwênî
her řoḧe ke bistênî, lem ẍemze dubaret çî!
gencîneyî nêw sîne, řengîne be sed kîne
ey lekkeyî ayîne, ya řebbî be ẍaret çî!
mujdey qedemî ser bû, dił hat û le řêda çû
can mawe le bo wesłî, bidrê be beşaret çî?!
wa xwanî kenarî min bo nuqłî dem û maçe
ey lûtexorî tekye, sa to le kenaret çî!
boç maylî tenhayî? sewdayêke xořayî...
ey merdumî bînayî, lem kulbeyî taret çî!
nalîNasnava edebî xoşe newmîdî, dił beste mebe îdî
ger ’aşiqî tecrîdî, lem yar û dyaret çî!