babetî14

derçûnî yaran bo ḧebeşistan
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  780 Dîtin
ca bo def’î şeř le gyanî yaran
hem bo neşrî dîn le řûy dyaran
îcazey fermû «nibîّ alirّḧimةErebî»
yaranî biřon bolay «asḧemhErebî»
ca hîcretyan kird yaranî bêẍeş
bolay esḧeme necaşî ḧebeş
ewîş be merdî û şîrîn řeftarî
muqîmî kirdin bê dił azarî
komekî kirdin be berzî hîmmet
be mał û serwet, be cah û ḧurmet
ke tê geyştin kuffar le xoyan
hîcretî esḧab zyan bû boyan
layê şorete bo dînî îslam
be têkoşînî esḧabî kîřam
lelayê ḧebeş eken be řefîq
eger firsetyan pê bida tewfîq
layê xoş eken cêge û me’wayan
bo musułmanê biřwa bolayan
çunkî xo egerin be mał û serwet
meydanyan heye lebo kesabet
zû be pele pel kuffarî naşî
qasîdyan řêxist bolay necaşî
legeł dyarî nayab û cwan
bełkû ew şaye gwêbgirê lewan
koç kirduwekan binêrêtewe
herkesîş eřwa bîgêřêtewe
emma necaşî be namûs û ’erz
esḧabî parast be exlaqî berz
wefdî ḧîcazî tewaw têgeyan
ême qewmêkîn eşraf û e’yan
daym ḧazrîn bo penay ze’îf
ca nexwazeła le qewmî şerîf
em esḧabane gişt be exlaqin
be dîn û ayîn, berzî afaqin
hemû be şe’bî xomyan ezanim
eyan parêzim ta mawe gyanim
her kesêkî keyş ke bê bo ḧebeş
wer’egrê bo xoy le komekî, beş
ca wefdî kuffar be dił şikawî
hatnewe mekke zor be damawî
her lem layşewe dû hozî ẍalîb
benî haşim û benî muttelîb
yek kewtin lebo komekî ḧezret
kewtine îzharî namûs û ẍîret
boye her ewan meḧsûbin be al
her bo ewane maye û payey ’al